Balafirên A-10 yên DYE’yê ber bi Tengavê ve bi rê ketin

Nêzîkî 20 balafirên êrîşê yên A-10 Thunderbolt II yên DYE’yê ketin nava liv û tevgerê. Ev yek îdiayên amadekariyên ji bo operasyoneke bejahî ya li dijî Îranê xurttir kir.

Nîşaneyên ku wê balafirên êrîşê yên A-10 Thunderbolt II yên ku sembola DYE’yê ne li Rojhilata Navîn werin bicihkirin, îhtîmala operasyoneke bejahî ya li dijî Îranê dîsa xist rojevê.

Li gorî malpera pisporiyê The War Zone nêzîkî 20 balafirên A-10 li noqteyeke leşkerî ya DYE’yê kom bûne û heşt ji wan ber bi Atlantîkê ve firiyan. Tê plankirin ku balafir bi piştgiriya sotemeniya li hewayê wê sewqî herêma Tengavê werin kirin.

JI BO PIŞTGIRIYA HÊZÊN BEJAHÎ TÊN BIKARANÎN

Balafirên A-10 ji balafirên şer ên pêşketî yên wekî F-35 an F-18 cudatir rasterast ji bo şerê bejayî hatine çêkirin. Bi taybetî li dijî tank, wesayîtên zirxî û leşkerên bejayî bi bandor in, ev balafir tenê ji hêla artêşa DYE’yê ve tên bikaranîn.

Ji ber vê yekê, şandina A-10 ji bo herêmê ne tenê îhtîmala êrîşên hewayî, di heman demê de destwerdana leşkerî ya bejahî jî xurt dike û ev yek wekî geşedanekê tê nirxandin.

GELO GIRAVA HARG Û TESÎSÊN ÛRANYÛMÊ HEDEF IN?

Li DYE’yê di van demên dawî de di nava senaryoya ku tê nîqaşkirin de desteserkirina Girava Hargê ku navendeke girîng a hinardekirina petrola Îranê ye û yan operasyonên li dijî depoyên ûranyûma dewlemendkirî ne. Tê gotin ku A-10 di senaryoyek wiha de wê li eniya pêş rolek pêşeng bilîzin.

BI HÊZ E LÊ BÊ PARASTIN E

A-10 ku bi navê "Warthog (Barazê kovî)” tê nasîn, bi taybetî bi topa bihêz a 30 mm û kapasîteya cebilxaneya bilind tê nasîn. Lê ji ber ku ev balafir ji nêz ve difirin, li dijî sîstemên parastina hewayî bê parastin in.

Li gorî pisporan, dema ku parastina hewayî ya bihêz a Îranê di ber çavan de tê derbaskirin, şandina A-10 li herêmê rîskên cîdî derdixe holê.

DI ŞER DE QONAXEKE NÛ

Şandina A-10 a li Tengavê nîşan dide ku Washington bi êrîşên hewayî yên ji dûr ve tenê sînorkirî namîne, ev yek di heman demê de wekî li qadê rasterast hebûna leşkerî tê nirxandin.